Xwedê dixweze, ku malbet hebe û Ewî em çê kirine, ku em bibine lawên Wî. Ew naxweze, ku em mînanî zarokên biçûk bişuxulin, lê Ew dixweze ku em mînanî kur û keçên Wî bişuxulin. Ew dixweze, ku em Wî va girêdayî bin, Wî hiz bikin û îzinê bidin ku ew jî me hiz bike. Xwedê dixweze ku em aminaya xwe li Wî bînin û em destê xwe wî çaxî dirêjî Wî bikin, wextê ku em hewce bin. Ew dixweze ku tevî ji me her yekî nava eleqeta şexsî de be.
Daxistin